Li bajarê Tubruq yê Lîbyayê, xwepêşanderan roja Înê ketin nav avahiya parlemanê li rojhilatê welat. Medyaya Lîbyayê ragihand ku xwepêşander li dijî xirabûna rewşa jiyanê û alozîyên siyasî ketine nav avahiya parlemanê.
Çend kenalên televizyonê yên Lîbyayê got ku xwepêşander karîne bikevin nav avahiyê û kiryarên tund û tujîyê pêk anîn. Di heman demê de dezgehên ragihandinê wêneyên dûmana reş ku ji derdora wê dihatin nîşandan dema ku xwepêşanderên ciwan yên bihêrs lastîk şewitandin.
Di nûçeyên din yên medyayê de hat gotin ku beşek ji avahiyê hatiye şewitandin.
Li Lîbyayê ji ber ku roja Înê dikeve dawiya hefteyê, avahiya parlemanê vala bû.
Parlemana Lîbyayê, an jî Civata Nûneran, li Tubruqê, bi sed kîlometran li rojhilatê paytext Trablusê ye, ji dubendiya rojhilat û rojava di sala 2014an de piştî serhildana ku sê sal berê dîktator Muammer Qezafî hilweşand, hatiye damezrandin.
Dezgehek hevrik, ku bi fermî wekî Encûmena Bilind a Dewletê tê zanîn, li Terablosê ye.
Wêneyên roja Îniyê nîşan didin ku xwepêşanderek bi buldozerê derbasî beşeke deriyekî kir, û rê da xwepeşanderên din ku bi hêsanî têkevin hundir, dema ku otomobîlên karbidestan hatin şewitandin.
Pişt re xwepêşanderan dest bi şikandina dîwarên avahiyê bi alavên avahîsaziyê kirin.
Xwepêşanderên din, hinekan ala kesk ya rejîma Qezafî hildan, belgeyên li ofîsê avetin.
Hejayî gotinê ye ku Li Lîbyayê çend roj in, xelk bi qutbûna elektrîkê re rû bi rû mane, ji ber astengkirina gelek kompaniyên neftê ji ber aloziyen di navbera hevrikiyên siyasî de.