Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY li Lîbya Êrîşên Esmanî yên Firokxaneya Zuwara Şermezar Dike


Erka Neteweyên Yekgirtî li Lîbya êrîşên esmanî yên Artêşa Naiştimanî ya Lîbya li dijî firokxaneyeke rojavayê Terablosa paytex şermezar kirin û dibêje ti armancên leşkerî li firokxaneyê nebûn.

Hefteya borî hêzên Artêşa Niştimanî ya Lîbya ku Xelîfe Hefter serkirdayetiya wan dike got wan êrîş birin ser firokxaneya Zuwara ji ber ku ew firokên bê firokvan ên çêkirina Tirkiyê vedihewîne ku yên mîlîtanên alîgirên hikûmeta Terablosê ne.

Neteweyên Yekgirtî piştgiriya hikûmeta Terablosê dike.

Erka NY dibêje wê firokxaneya Zuwara velo kir û tiştekî leşkerî tê de nedît.

Hêzên Hefter îro Yekşemê got wan her wiha bingeheke leşkerî li rojavayêbajarê Misrata kir armanc ji ber heman sedemê.

Artêşa Niştimanî ya Lîbya ji meha Nîsanê ve dest bi êrîşan kiriye li dijî hêzên girêdayî hikûmeta Terablosê û ta niha bi sedan kes di encama êrîşan de hatine kuştin û bi hezaran bêşûnûwar bûne.

XS
SM
MD
LG