Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve Yê Tirkiyê Serdana Lîbya Dike


Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu

Wezîrê derive yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu tevî hevpîşeyê xwe yê dewleta Malta Evaris Bartolo îro Pêncşemê bi serdanekê gihane Tirablus.

Tirkiye weke welatê herî li pêş yê alîgirê hikûmeta Wîfaq Al-Watanî tê nas kirin, hikûmeta ku bi serokatiya Fayiz Al Saraj li rojavayê Lîbiya tê birêvebirin û Netewên Yekbûyî ew hikûmet nas kirîye.

Li gor daxuyaniya wezareta derve ya Tirkiyê Çavuşoglu û hevpîşeyê wî yê Maltayî li gor dawetnama hikûmeta Tirablus serdana Lîbya kirine.

Daxuyaniya wezareta derve dibêje"di seredanê da derbarê mijarên ku di rojeva civînê ya hersê welatan da hene, dê danûstendin çê bibin". Daxuyanî tiştek din behsa datayên serdanê nake.

Lîbiya piştî jinavbirina desthilata rêberê berê, Mouamir al- Qazafî sala 2011ê di nava alozî û nakokiyan daye.

Mevlut Çavuşoglu Pêncşemê di hesba xwe ya twîterê da, twîtek weşand tevî wênekî ku li kêleka Saraj û hevpîşeyê xwe Evaris Bartolo rawestiyane û dinvîse"-Bihev re tevî /Malta têkiliyên xurt bi hikûmeta rewa û Şariî re. Emê piştevaniya Lîbya bikîn bo xebatên li dij koçberiya nerewa. Divê welatên din yên derya naverast hevkariyê bi Lîbya re xurt bikin."

Ji sala 2015an û vir ve, Lîbya di navbera Rojava û Rojhilat da dabeş bûye, hikûmeta Wîfaq Al-Watanî ya ku Fayiz Al Saraj serokatiya wê dike û bingeha wê Trablus e, û hikûmeta li hemberî wê li rojhilat piştevaniyê dide Xelîfe Hafter ku Artêşa Niştîmanî ya Libya û Parlemen piştevaniya didin wî.

Alozî di navbera Tirkiyê û wan welatan da heye yên ku piştevaniya Xelîfe Hafter dikin, welatên weke Rûsya, Misir, Erebistana Saûdî û Îmarat.

Hikûmeta Wîfaq Al Watanî ya bi serokatiya Fayiz Al Saraj sala borî peymana ewlekarî û deryayî bi Tirkiyê ra îmze kirîye, peyman bo sedem ku Tirkiye alîkariyên leşkerî bide hikûmeta Trablus û bi beşdariya firokên Tirkî kontrola hin herêmên li bakurê rojavayê Lîbya bikin.

XS
SM
MD
LG