Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dora 200 Kes di Keştîyeke Binavbûyî de Nêzîki Lîbya Xeniqîn


Çend termên penaberan li bajarê Zuwara ya Lîbya
Çend termên penaberan li bajarê Zuwara ya Lîbya

Keştîyeke ku bi penaberên neqanûnî dagirtîbû û ji Lîbya ber bi Îtalya ve diçû, îro Înê li Derya Spî binav bû.

Karbidestên Lîbyayî dibêjin, tirsa wan heye ku nêzîkî 200 kes jîyana xwe hinda kiribin, lê ew hejmara rastîn bi zelalî nizanin.

Her li gor agahîya karbidestan, zerevanên deryayî 200 penaberên nav wê gemîya, ku derengîya Pêncşemê ji bajarê Zuwara ya Lîbyayê rê ketiye, rizgar kirine.

Karbidest didine zanîn ku piranîya penaberên nav keştîyê ji welatên ji herêma başûrê Sahara li Afrîqa, Pakistan, Sûrîye, Mexrîb (Fas) û Bangladeş in.

Neteweyên Yekbûyî dibêje, heta niha, herî hindik 2,400 penaber li Derya Spî qeniqîn, dema wan hewil dida ku xwe bigehînin welatên Ewrupî.

XS
SM
MD
LG