Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nazmî Gur Bûyera Rakirina Peykera li Lîcê Dinirxîne


Peykera Mahmum Korkmaz li Lîce

Berî çend rojan peykerê fermandarê PKKê Mahsum Korkmaz li gundê Sîsê ya li ser Licê ya Dîyarbekirê, li goristana gerîlayên PKKê hatibû danîn.

Lê, bi sedema ku propagandaya rêxistina terorê tê kirin, peyker roja Sêşemê bi biryara dadgehê hat rakirin.

Di dema rakirinê de pevçûn çêbû û ciwanek bi navê Mehdîn Taştin yê 24salî û leşkerekî bi navê Ugur İnal hatin kuştin, sivilek jî birîndar bû.

KCK daxuyanî da ku bi bûyerê hikûmet pêvajoya aştîyê dînamît dike.

Parlamenterê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) yê Wanê Nazmî Gur jibo Dengê Amerîka re bûyerên Lîce nirxand.

“Jibo pêvajoyê fedakarî bi yek alî nabe. Bûyera Licê jî bêtehamulîya vê dewletê ya jibo nirxê gele Kurda ye. Pêvajoya aştîyê bi vê bûyerê darbeyeke mezin xwar.”

Hêjayî gotinê ye Serfermandarîya Artêş Tirkîyê piştî bûyerê daxuyanîyek dabû gotibû ku 250 kes bi roketan êrîş kirin û leşkerên me jî bersîv dan.

Gur li ser wê daxuyanîyê got, artêş derew dike û ev provakasyon jî bi deste wan hat kirin.

XS
SM
MD
LG