Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Graham Dibêje Ewê ji Trump  Bixwaze ku Hêzên Amerîkî ji Sûriyê Nekişîne


Sînatorê Komarî Lindsey Graham
Sînatorê Komarî Lindsey Graham

Li Waşintonê, sînatorê komarî Lindsey Graham got ewê daxwazê ji Trump bike ku biyara vekişîna hêzên Amerîka ji Sûriyê careke din berçav bigre.

Graham li ser kenala CNN got:

“Vê yekê giran bike, piştrastbe ku tu tiştê rast dike, piştrastbe ku Daiş wê êdî qet venegere… Sûriyê nede dest Îraniyan. Ev reşxewneke ji bo Îsraîlê.”

Graham got dibe ku Amerîka hebûna xwe li Afganistan, Îraq û Sûriyê kêm bike û ew piştgiriya wê yekê dike ku hevalbendên Amerîka bêhtir kar bikin û bêhtir pereyan bidin, lê ew her wiha dibîne ku leşkerên Amerîkî li van sê welatan rolekê dilîzin ku bo demeke dirêjtir hîn pêwîstî bi pê heye.

Wî got:

“Ez dixwazim şer di mala dijmin de bikim, ne di mala me de.”

Graham ji Trump ve nêzîke, lê ne diyare wê Trump çiqas li wî guhdar be li dor Sûriyê.

Graham got ew bi giştî bi destpêşxeriyên siyaseta Trump a derve kêfxweş e.

XS
SM
MD
LG