Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lindsey Graham: Dibe ku li Sûrîyê Çareserîyên Dîrokî Çêbin


Senator Lindsey Graham

Senatorê Komarî Lindsey Graham dîyar kir ku dibe ku li Sûrîyê "çareserîyên dîrokî" çêbin.

Graham ji FOX Newsê re da zanîn ku hevdîtina wî ya bi Serok Donald Trump re, ku dawîya hefteyê pêk hatibû, geşbînîya wî zêde kiriye.

"Serok, bo çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) jinûve venegerin garantîyê dixwaze. Jiber vê, bo DAIŞ jinûve çênebe ez dixwazim ku hevkarîya me û Kurdan bidome" Graham got.

Wî amaje kir ku Trump ji "perspektîfeke berfireh" li herêmê dinêre û dîyar kir ku Amerîka û Kurd bo modernkirina qadên petrolê dikarin bi hevdu re bixebitin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG