Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kenan Yildizerler li Stenbolê Şerbeta Sûsê Difiroşe


Kenan Yildizerler li kolan û kûçeyên taxa Kadikoy ya Stenbolê di van rojên dawî yên germ de ava sûsê, ku wek şerbeteke sar tê vexwarin e, bi awayekî gerok û hefteyê penc rojan difiroşe.

Ev şerbet, ku bi gelemperî li bajarên mîna Amed, Riha, Mêrdîn, Dîlok, Edene, Osmanîye û Mêrsînê zêdetir tê firotin ku xwedî tamek di nava tehl û şirîn de ye.

Li Tirkîyê ev nebat, bi piranî li herêmên Kurdan şîn dibe û çêkirina ava vê nebatê jî di nav hin Kurdan de, wek kolaya Kurdî tê binavkirin.

Yildizerler mirovekî 59 salî ye û ew eslê xwe ji Zara ya girêdayî bajarê Sêwasê ye. Ev 40 sal in ew li Stenbolê dijî. Yildizerler di salên 1990’an de di rojnameyên Ozgur Ulke ve Ozgur Gundem’ê de wek ajokar û belavkarê van rojnameyan kar kiriye.

“Min îsal dest bi firotina ava sûsê kir û hevalên min ên Kurdistanî ji min re behs kirin. Sedema bijartina vî karî jî jiber ku ji zarokatîya xwe û pê ve ez ji kolan, tevger û azadîyê hez dikim ku hertim ez karên wek vî karî kêm tên kirin dixwazim bikim.”

Herwiha Yildizerler di heman demê de hem ji karê xwe hez dike hem jî ew dide zanîn ku ew hinekî jî jiber neçarî vî karê xwe didomîne.

“Lê bi taybetî azadî hestekî pir xweş e. Demên ku ez bi mûçeyî dixebitîm jî çêbû. Ez di şîrketên sîstemê de jî xebitîm. Lê min li wir nedikarî ez xwe baş îfade bikim û tenê jibo qezençkirina mûçeyî min jiyan derbaz dikir.”

Li alîyekî din ve jî bikirê ji Entap’ê yê bi navê Hesen Gumuş ji jî dibêje ku tama ava sûsê tu carî li ber devê mirov naçe.

“Ev şerbet bi awayekî sar, hertim tê vexwarin. Jibo gelek nexweşîyên wek şekir, nexweşîya piş, ceger, êşên hestî û zik û jî gelek nexweşîyên din jî derman e ku jiber ku koka wê ji axê tê. Jiber vê yekê jî min ava sûsê pirê caran ji Entap’ê dianî Îstenbul’ê û vedixwar.” Wî got.

Raporta Mem Botanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:47 0:00
XS
SM
MD
LG