Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyozxaneya Amerîka li Tirkîyê: Me Qet Negotiye Dolar Dê 7 Lîra Be


Balyozxaneya Amerîka li Tirkîyê ji Twitterê ragihand ku nûçeyên îdia dikin ku ‘’Berpirsekî Amerîkî gotiye ku dê dolar 7 lîra be’’ derew in.

Balyozxaneya Amerîka dîyar kir ku ‘’tevî girjîyên heyî jî Amerîka, dostanî û hevalbendîya bi Tirkîyê, bi awayekî xurt didomîne.’’

Serokê Enstîtuya Vekolînên Rûsya (RUSEN) Prof. Dr. Salîh Yilmaz, di 1’ê Tebaxê de ji Twitterê dabû zanîn ku karbidestekî Balyozxaneya Amerîka gotiye ku ew bawer dikin ku dolar dê heta 7 lîrayan rabe.

Balyozxaneya Amerîka li Tirkîyê dîyar kir ku berpirsê Amerîkî derbarê nirxa lîra li hember dolar ti texmîn nekiriye û nûçeyên ku di medya Tirk de derketine derew in.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG