Lîraya Tirkî îro Înê kete asta herî nizim ya dîrokê û 1 dolara Amerîkî bû 10 lîra.
Di hefteyên dawîyê de lîraya Tirkjî bi berdewamî li hember dolara Amerîkî nirx hinda dikir û aborîzan asta 10 dolarî wek xaleke pîskolijîk didît ku dikare bandorên neyînî li ser aborîya Tirkîyê bike.
Di demên dawîyê de bêkarî, enflasyon û buhayê mesrefên jîyanê li Tirkîyê zêde bûne û li gor anketan nerazîbûna hemwelatîyan jî bilind bûye.