Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nirxê Lîraya Tirkî bi Berdewamî Dadikeve

 Lîrayê Tirkîyê
Lîrayê Tirkîyê

Nirxê lîrayê Tirkî îro Duşemê carek din daket û rejeyeke daketineke dîrokî ya nû tomar kir.

Hevdem, spekulasyonên ser guherînên di kabîneyê de û pêzanînên ku di pêbawerîya kiryaran de kêmbûnek nîşan didin jî ketin rojeva welêt.

Li Tirkîyê, îro yek dolara Amerîkî, bi 11.40 lîraya Tirk hate firotin û di dawîya rojê de nirxa wê daket asta herî kêm.

Bi givaştina Serok Tayyîp Erdogan Pêncşema borî, Banka Navendî rêjeya faîzê bi kêmkirina 100 xalên bingehîn daxist ji % 15'an, ya ku pir jerê enflasyona ku nêzî ji % 20'an e.

Erdogan di preskonferenseke îro de, berevanîya vê sîyaseta xwe kir û got ku sîyaseta diravî ya tundtir ewê enflasyonê kêm neke û soz da ku ewê di "şerê xwe yê aborî yê serxwebûnê" de, biserkeve.

"Ez polîtîkayên ku welatê me girêbide, qels bike, gelê me mehkûmî bêkarî, birçîbûn û xizanîyê bike, red dikim," Erdogant got.

Banka navendî niha ji Îlonê û vir ve rêjeyên, bi 400 xalên bingehîn daxistiye ku gelek analîst dibêjin xeletîyeke polîtîkaya bi rîsk e.

Nirxa Lîraye tenê di hefteya borî de, ji sedî 12 daket, ku di asta cihanî de bû pereyê ku herî xirab ya daketî.

Daketina wê ya ji % 6 ya roja Pêncşemê ya daketina herî mezin bû, ji dema ku Erdogan yê ku xwe wek "dijminê rêjeyên faîzê" binav dike, serokê banka navendî Nacî Agbal di Adarê de ji kar dûr xist.

Erdogan jibo zêdekirina derfirotin, veberhênan û karan banga teşwîqê kir. Banka navendî dibêje zexta enflasyonê demkî ye lê, dibe ku heya nîvê sala 2022'an bidome.

Sîyasetvan, veberhêner û bazirganan destnîşan kirin ku jiber ku di dawîya hefteya borî de spekulasyonên ku Erdogan di demek nêz de Wezîrê Darayî û Aborîyê Lutfi Elvan biguherîne, nerehetî û fîkar zêde bûn.

Lê, di wî warê de Erdogan ti gav neavêtiye.

Pêzanînên fermî yên ku îro hatin weşandin nîşan dan ku rêjeya pêbawerîya kiryaran di meha Mijdarê de bi daketina ji % 7.3 'an , 71.1 puan daketiye.

Ev ji dema dîyarkirina cara yekê ya van pêzanînan ya di 2014'an vir ve asta herî kêm e, ya ku ser bingeha firotina Lîrayê tê hesibandin.

Enflasyon ji armanca fermî ya ku hatiye dîyar kirin 4 qat zedêde ye û di piranîya çar salên dawî de, bi du reqeman tê tomar kirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG