Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Katz: Em Dê Hemû Pirên ser Çemê Lîtanî Hilweşînin

Wêne ji arşîfê ye
Wêne ji arşîfê ye

Wezîrê Berevanîya Îsraîlê Israel Katz îro ragihand ku wî û serokwezîrê Îsraîlê Bejamîn Netanyahu ferman dane ku hemû pirên li ser Çemê Lîtanî yê başûrê Libnanê jinav bibin.

Katz li ser platforma X’ê got, “Min û serokwezîr Benjamin Netanyahu ferman da Artêşa Îsraîlê ku yekser hemû pirên li ser Çemê Lîtanî yên ku ji bo çalakiyên terorîstî têne bikar anîn hilweşîne, da ku rê li ber derbasbûna terorîst û çekên Hizbullah ber bi başûr ve bigire, û her wiha lezandina hilweşandina malên Libnanî li gundên sînor da ku gefên li ser wargehên Îsraîlê asteng bike - li gorî modela Beyt Hanûn û Refah li Xezayê.”

Wezîrê Îsraîlî anî ziman ku “Hêzên Îsraîlê bi tevahî hêza xwe di manawereya bejayî ya li Libnanê de berdewam dike da ku terorîstên Hizbullahê ji holê rake û di zûtirîn dem de bigihêje xeta dijî tankan û xalên kontrolê da ku wargehan biparêze.”

“Em bi biryar in ku rê nedin ku rastîya berî 7'ê Cotmehê vegere. Me soz da ku em ê niştecihên bakur biparêzin - û tam ev e ya ku em ê bikin,” Wî got.

Axaftinên Katz di demekê de tên ku Hizbullah bi mûşekan îsraîlê dike armanc wek berevanî di ber rejîma Îranê de, ku Amerîka û Îsraîlê ji 28'ê Sibatê ve operasyoneke asman û berfireh li dijî wê berdewam dikin.

Katz doh Şemîyê got ku êrîşên Îsraîl û Amerîka li dijî rejîma Îranê “dê di rojên pêş de bi awayekî berçav zêde bibin.”

XS
SM
MD
LG