Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lîtvanya Dibêje Wagner ya li Belarûsê jibo Wan Fikarên Kûr Çêdike 


Serokomarê Lîtvanya Gitanas Nauseda got ku Belarûs ya mazuvanîya Koma Wagnerê dike jibo wan fikarên kûr çêdike.

Nauseda li Brukselê got ku ew hemî bûyerên vê dawîyê yên li Belarûsê jibo wan sedemên fikarên kûr in.

‘’Em jiber bûyerên li Belarûsê ketine fikarên kûr. Prigozhin jixwe li wir e. Ez nikarim 100 ji sedê li wir e, lê îhtimaleke mezin jixwe li wir e.’’

Lîtvanya hem cîrana Rûsya ye hem jî ya Belarûsê ye.

Ew dewlet dê di meha pêş de jibo hilcivîna NATO mazuvanîyê bike.

Berî hilcivînê, Nauseda careke din banga xurtkirina baskê rojhilat yê NATO kir.

Wî got ku kes nizane ku çekdarên Koma Wagner wê kîngê berê xwe bidin Lîtvanya.

Koma Wagner di dawîya hefteyê de dijî Moskowê serî rakiribû û bi navbeynkarîya Belarûsê ji serhildanê vekişîbû.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG