Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lîtvanya jiber Rûsya Tedbîrên Leşkerî Berfireh Dike


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Lîtvanya jiber biryara Rûsya ya ser seferberlîgê tedbîrên xwe berfireh kirine.

Reutersê da zanîn ku arteşa Lîtvanyayê asta bersîvdanê rakiriye asteke bilindtir.

Wezîrê Berevenî yê Rûsya Arvydas Anusauskas da zanîn ku bo ew rê li ber provovaskyonê bigirin wan biryar daye ku ew hazirîyê bikin.

Anusauskas dîyar kir ku ew biryara seferberlîgê bo Kaliningradê jî li merîyetê û ew wek Lîtvanya nikarin tenê li rewşê temaşe bikin û bisekinin.

Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Çarşemê seferberlîg ragihand.

Welatên cîran û Yekîtîya Ewrupa û dewletên Rojava ser seferberlîgê bertekan nîşan didin.

Hêjayî bîrxistinê ye, îstixbarata Amerîka di rojên borî de dabû zanîn ku Rûsya jiber kêmbûna leşkeran ketiye rewişeke dijwar û dîyar kiribû ku ew zorê dide leşkerên xwe yên birîndar ku herin şer bikin.

XS
SM
MD
LG