Komîteya Xizmetên Çekdarî ya Civata Senatoran îro Pêncşemê biryar da ku astenga qanûnî ya li ber General Lloyd Austin veke ku ew bikaribe bibe wezîrê berevanîyê.
Li gor qanûna Amerîkî divê heft sal li ser karkenarbûna (malnişîn) endamên hêzên çekdarî derbaz be ku ew bikaribin bibin berpirsê Pentagonê.
Li ber e Civata Senatoran di demeke nêzîk de dengdanê li ser berbijarîya General Austin bike ku ew bibe wezîrê nû yê berevanîyê yan ne.
Ger Civata Senatoran wî erê bike, Austin wê bibe kesê yekê ye reş ku wê wezaretê bi rê ve bibe.