Polîsên Brîtanî îro Înê ragihand ku li nêzî parlementoya li Londonê, gumanbarekî ku li ser kêr hebûye girtîye.
Polîsan dîyar kir ku gumanbar bi dengekî bilind dirûşman qirîye û ber bi derîyên parlamentoyê revîye.
Reuters’ê da zanîn ku polîsan gumanbarê 30 salî bi çekên elektrîkî bê bandor kiriye.
Ser bûyerê hemî derîyên parlementoyê hatin girtin û piştre jinûve hatin vekirin.
Di 22’ê yê Adarê de, êrîşvanê bi navê Xalid Mesûd, maşîneyek ajotibû ser sîvîlên Pira Westminster û dûre ew wesayît qulibandibû ser hewşa parlementoyê û li wir polîsek kuştibû.