Polîsên Brîtanî got ku leşkerekî berê yê ku ji zindaneka Londonê reviyabû dema ku li benda dadgehkirinê bû li dor sûcên terorê, roja Şemiyê dîsa hate girtin.
Daniel Abed Khalife çar rojan reviyayî bû berî ku lêgerînek girseyî wî li Chiswick li rojavayê Londonê bigire.
Khalife roja Çarşemê di binê kamyoneke gihandina xwarinê de ji girtîgeha Wandsworth reviyabû. Reva wî bahozeke rexneyan gur kir li dijî partiya muhafizkar a desthilatdar.
Khalife yê 21, bi danîna bombeyên sexte li baregeheke leşkerî û binpêkirina Yaseya Nehêniyan ya Fermî ya Brîtanyayê bi riya berhevkirina agahiyên "ku dijmin dikarin sûdê jê wergirin" tê tawanbarkirin.
Ew piştî girtinê, di destpêka vê salê de, ji artêşa Brîtanyayê hatibû derxistin û wî îdia red kiribûn. Dadgehkirina wî di meha Mijdarê de ye.
Polîsê dijî terorê yê Londonê 20,000 pound (25,000 dolar) xelat pêşkêş kiribû ji bo agahiyên ku alîkariya girtina wî bikin.
Çavkanî: AP