Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Terorîstî de Jimereke Kes li Londonê Birîndar Bûn


Di peqîneke nav treneke rêwîyan de jimareke kes li Londona paytaxta Brîtanya birîndar bûn.

Karbidestên saxlemî li Londinê ragihand ku wan heta niha 18 kes rakirine nexweşxanê.

Dîdevan dibêjin ku dema tren giheşt îstasyona Parsons Green ya binerdê dengê peqînekê hate bihîstin û hin kes ji êgir şewitîn, hinekên din jî di dema revînê de birîndar bûn.

Li gor medya Brîtanya peqîn ji qutîyeke sipî pêk hat û rûyê gelek rêwîyan şewitî.

Piştî peqînê, îstasyona Parsons Green hat girtin û seferên metro yên di navbera Earls Court û Wimbledon rawestîyan.

Karbidestên polîsan radigihînin ku ew peqîn wek kiryareke terorîstî dinirxînin.

XS
SM
MD
LG