Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Êrîşa Nêzî Parlamanê Wek Kiryareke Terorîstî Dinirxîne


Cîgirê Berpirsê Ewlekarî yê Londonê Neil Basu
Cîgirê Berpirsê Ewlekarî yê Londonê Neil Basu

Li London ya paytaxta Brîtanya zilamekî maşîneya xwe ajot ser dîwarên ewlekarîyê yên li derveyî avahîya parlamentoyê.

Polîsê Brîtanya dide zanîn ku gumanbarê li dora temenê 20 salî, bi mebest ajot ser peyayan û ajovanên bisîkletan .

Polîsên Brîtanya ragihand ku wan gumanbar desteser kiriye û ew bûyerê wek ‘’êrîşeke terorîst’’ dinirxînin.

Cîgirê Berpirsê Ewlekarî yê Londonê Neil Basu got ku ‘’rêbaza hatiye karanîn û girîngîya sembolîk ya herêmê, raber dike ku êrîş terorî ye’’

Di bûyerê de 3 kes birîndar bûn, lê rewşa birîndaran ne giran e. Gumanbar li cîhê bûyerê hat desteser kirin, di maşîneyê wî de ti çek nehat dîtin.

Serokê Amerîka Donald Trump jî ser bûyerê ji Twitterê bertek nîşan da.

‘’Li Londonê dîsa êrîşeke terorî. Ew heywanên han har bûne, meriv divê bi awayekî cidî wan çareser bike.’’

XS
SM
MD
LG