Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tusk: Encama Brexitê Girêdayî Helwesta Londonê Ye


Serokê Konseya Ewrupa Donald Tusk dîyar kir ku encama danûstandinên Brexitê girêdayî helwesta Brîtanya ye.

Tusk parlamentoya Ewrupa hişyar kir û da zanîn ku ger di vê peyvajoyê de yekîtî tune be ewê jiber Brexitê li Ewrupa parçebûnek destpê bike.

‘’Ew peyvajoya bi stres e û wek ezmûnekê ye. Ger em bi ser nekevin, di encama danûstandinan de emê têk biçin’’ Tusk got.

Hin pispor didin zanîn ku Serokwezîra Brîtanya Theresa May bi dirêjkirina peyvajoya Brexitê dixwaze derfetên Yekîtîya Ewrupa (YE) pirtir bikar bîne.

Serokê Komîsyona Ewrupa Jean Claude Juncker da zanîn ku helwesta YE ya di peyvajoya Brexitê de erênî ye.

‘’Komîsyon di danûstandinên Brexitê de dijminane tevnagere. Em dixwazin bi Brîtanya re peymaneke baş bikin, emê vê yekê pêk bînin’’ Juncker got.

XS
SM
MD
LG