Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ji Ber Enflasyon Bilind Rêzên Dirêj Vedigerin Embarên Xwarinê Yên Amerîkayê


Rêzên dirêj li embarên xwarinê yên li Amerîkayê dîyar dibin ji ber ku xebatkarên Amerîkî ji enflasyonê bêzar bûne û serî li harîkarîya xwarinê didin da ku malbatên xwe xwedan bikin.

Bi zêdebûna bihayê petrolê digel lêçûnên kelûpelan, gelek kes bo cara yekem li xwarina xêrxwaziyê digerin.

Enflasyon li Amerîkayê di asta herî bilind ya 40 salî da ye û bihayên petrolê ji Nîsana 2020an êreve zêde bûne, digel ku lêçûna navînî li seranserê welatî di Hezîranê da gallonek petrolê gihişte 5 dolaran.

Zêdebûna kirêya xanîyan û bidawîbûna arîkariya federal ya COVID-19ê di heman demê da bûye sedema zehmetîyên darayî.

XS
SM
MD
LG