Bajarê Los Angeles yê wîlayeta California ya Amerîka, bi sedema zêdebûna bûyerên nû yên vîrusa korona, ji destpêka roja Duşemê ve, bo sê hefteyan qedexeya derketina derve, radigihîne.
Los Angeles, berê dîyar kiribû ku jiber hejmara pêketinên nû yên COVID-19 yên rojane ya navînî ya bo pênc rojan gihiştîbû 4.500 kesan, ewê tedbîrên xurtir ragîhîne.
Roja Înê, ev hejmar wek 4.751 hat tomar kirin.
Biryarnameya qedexeyê, kombûna, bi gelemperî an bi taybetî, ya kesên ku di heman malê de najîn qedexe dike.
Firoşgehên bingehîn têne hesibandin dê werin destûr kirin ku vekirî bimînin,lê ewê bi kapasîteya 50 % bixebitin.
Dê firoşgehên din dê tenê di demsala kirîna betlaneyê de karibin bi kapasîteya bi 20% kar bikin.
Karbidestên saxlemî yên Amerîka dibêjin jiber ku di dema betlaneya roja Spasdarîyê de, hindiktir çêkirina testên vîrusa korona û kêmkirina navendên test çêkirinê, dibe ku hejmarên nû yên COVID-19 dibe ku di rojên pêş de bêserûber xuya bikin.
Hejmarên bûyerên nû jiber betlaneyê dibe ku ji asayî kêmtir be, pispor dibêjin ku ev de, rewşa giştyî u hejmarên vîrusa korona ya Amerîka yên rastî nîşan nede.
Hejayê balkişandinêye ku roja Înê, Zanîngeha Johns Hopkins ragihand ku li Amerîka hejmarên gîştî ji 13 mîlyon pêketinan derbas kirîye ku ev li seran serî cîhanê hejmara herî bilind e.