Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medyaya Îsraîlî Dibêje Muşekeke ku ji Lubnanê Hate Firandin, Cotkarek Kuşt


Devera sînorî ya navbera Îsraîl û Lubnanê (Arşîv)
Devera sînorî ya navbera Îsraîl û Lubnanê (Arşîv)

Medyaya Îsraîlê ragihand ku bi muşekeke ji Lubnanê hatiye firandin li başûrê Îsraîlê, li gundê Fassuta ya 3 km dûrî Matat, cotkarekî 60 salî hatiye kuştin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di serdana yekîneyên sînor de got ku ger Hizbulah dest bi şerekî bike, Beyrut wê bibe mîna Gaza.

‘’Eger Hizbulah bibêje ew dest bi şer dike ewê Beyrutê û başûrê Lubnanê, ku ji vir pir ne dûr e, wê bi destê xwe bike Gaza û Xan Yûnis’’

Artêşa Îsralê ragihand ku Hizbulaha Lubnanê ya bi piştgirîya Îranê êrîş li dar xistiye.

Hizbulahê jî piştre dîyar kir ku wê îro 11 êrîş li dar xistine û di yekê de jî armanc navenda leşkerên Îsraîlî yên li gundê Matat yê li sînorê Lubnanê bûye.

Hizbulahê got ku ew jibo piştgirîya Filîstînîyên êrîşan dibe ser Îsraîlê.

Hêzên Îsraîlê bi helîkopter, tank û topan êrîş birin ser cîhê ku jê êrîş hatiye li dar xistin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG