Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lubnan Dibêje Îsraîlê bi Dehan Xebatkarên Ambulans û Agirkujan Kuştine


Lebanon Isarel
Lebanon Isarel

Wezîrê Saxlemî yê Lubnanê Firass Abiad ragihand ku di 3 rojên dawî de bi êrîşên Îsraîlê pirtir ji 40 xebatkarên ambulans û agirkujan hatine kuştin.

Abiad da zanîn ku ji destpêka pevçûnên Hizbulah û Îsraîlê vir ve, ku Cotmeha borî destpê kiribû, 97 xebatarên ambulans û agirkujîyê di êrîşan de canê xwe ji dest daye.

Wî dîyar kir ku ji destpêka pevçûnan vir ve 188 xebatkarên ambulasn û agirkujîyê jî birîndar bûne.

Di nav van hejmaran de xebatkarên girêdayî Hizbulah û partîyên din yên Lubnanê jî hene.

Li gor ragihandina karbidestên Lubnanê di êrîşên dawî yên Îsraîlê de herî kêm 1974 kes hatine kuştin.

Karbidestên Lubnanî didin zanîn ku di nav kuştîyan de 127 zarok hene.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG