Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lubnan Berpirsê Malîyeta DAIŞ'ê li Sûriyê Desteser Dike


ISIS Leaders
ISIS Leaders

Ajansa Reuters li gûr çavkaniyên ewlekariyê dide zanîn ku, Îstîxbarata Lubnanê kesek girtiye tê goman kirin, berpirsê malîyeta DAIŞ'ê be li Sûriyê.

Çavkanî dide zelal kirin ku, kesê hatî girtin, welatiyek Sûriye, li bajarê Trablus li Bakûrê Lubnanê hatiye girtin, ew berpirs ji bo topkirina peran bo rêxistina DAIŞ ya tûnd rê li bajarê Elbukemal li rojhilataê Sûriyê bû, berî ku çekdarên wê rêxistinê ji wê herêmê bihên derkirin.

Çavkanî radigihîne ku, kesê hatî girtin bi nasnama birayê xwe hatiye di nav axa Lubnanê de, lê nehatîye zanîn kanê kengî hatiye û wî plana encamdana êrîşan hebûye yan na.

Hikûmeta Lubnanê dibêje, çendîn planên DAIŞ'ê di çend mehên bûrî de hatine pûç kirin, êrîşa herî mezin ya DAIŞê li Lubnanê pêk anî ya Mijdara sala 2015an bû, dema xwekujekî êrîşek encam dabû, bi dehan kes di wê êrîşê de hatbûn kuştin.

XS
SM
MD
LG