Jimareke hikûmetên Rojavayî bi gurbûna girjîyên di navbera Îsraîl û çekdarên Hizbulahê de yên bi piştgirîya Îranê bang li hemwelatîyên xwe dikin ku ji Lubnanê derkevin.
Roja Şemîyê li Girên Golanê bi êrîşeke roketî ya Hizbulahê li qadeke futbolê 12 zarok hatibûn kuştin ku Îsraîlê soza tolhildanê dabû, Lubnan jî jibo bersîva leşkerî ya Îsraîlê hazirîyê dike.
Îsraîl dîyar kir ku ewê bersîvê bide û sîvîl jî jibo wan pevçûnên ku karbidest dibêjin dikare bi rojan bidomin amadekarîyê dikin.
Amerîka, Almanya, Brîtanya, Fransa di nav wan dewletan de ne ku hişyarîyê didin û bi mezinbûna rîska pevçûnan bang li hemwelatîyên xwe dikin ku demûdest ji Lubnanê derkevin yan jî hewil bidin ku neçin wî welatî.
Cîgira Sekreterê Karên Balyozxaneya Amerîka ya li Beyrutê Rena Bitter ji X’ê bi rîya vîdyoyekê bang li Amerîkîyên li Lubnanê kir ku planeke krîzê çêkin û berî krîz destpê bike ji welêt derkevin.
Bitter dîyar kir ku ragihandina herêmî û rêkên veguhestinê niha di asta normal de dixebitin û û got çêtire ku hemwelatîyên Amerîkî niha dest bi plana derketinê bikin.
Almanya bang li hemwelatîyên xwe kir ku demûdest ji Lubnanê derkevin û hişyarî da ku bi qelebalixîya li firîngeha Beyrutê firîn dikarin werin rawestandin.
Lutfthansa ya Almaya, Swiss International Air Lines, Air France û Turkish Airlines jiber ewlekarîya li Lubnanê firînên Beyrutê ji niha ve sekinandine.
Wezîrê Derve yê demkî yê Lubnanê Abdulah Bou Habîb ji CNN’ê re got ku hikûmeta wan jibo sekinandina Hizbulahê dikare kêm tiştan bike û dîyar kir ku ew jibo danûstandinê jî hazir in.
Habîb dîyar kir ku her çiqas hikûmet bi Hizbulahê re danûstandinê dike jî jiber ku wan jibo piştgirîya Gaza dest bi çalakîyên xwe kiriye ew nikarin wê rawestînin.
Hizbulahê do Duşemê ragihand ku Îsraîlê li başûrê Lubnanê bi dronê du endamên wê kuştine.
Analîst Dania Koleilat Khatib dîyar kir ku ne dîyar re ku ew Îsraîl li Lubnanê êrîş bibe ser kîjan herêmê.
Seroka Lêkolînên Hevkarî û Avakarina Aştîyê ya li Beyrutê Dania Koleilat Khatib ji VOA re got ku her du alî jî şer naxwazin, lê hazirîyê jibo şer dikin.
Wê got ku gelek şer ji qestan çênabin û carna şaşî jî rê li ber şer vedikin û dîyar kir ku pêdivîya wan bi agirbestê heye.
Nûnerê taybet yê Amerîka Amos Hochstein got ku ew ketiye fikaran ku hesabeke şaş û qezayeke sîvîlan jî dixe nav dikare her du welatan jî bi bersîvan bixe nav şer.
Hochstein dîyar kir ku ger hedefa Îsraîlê Beyrut be ew dikare rê li ber girjîyeke mezin veke.
Amerîka û Welatên Rojavayî Bang li Hemwelatîyên Xwe Dikin ku ji Lubnanê Derkevin
