Artêşa Lubnanê, rojeke piştî du êrîşên xwekujî, îro Sêşemê avêt ser kampên penaberan yên ser tixubê Sûrîyê.
Karbidestên Lubnanî da zanîn ku kampên ku leşkeran avêtine ser li nêzîkî gundekî Krîstîyanan ya nêzî sînor e.
Lê, Wezîrê Navxweyî yê Lubnanê Nuhad Maşnuq roja Duşemê gotibû ku êrîşvan ji nav axa Sûrîyê hatibûn Lubnanê, ne ji kampên penaberan.
"Em di xemê de ne lu pirtir terorîst hebin, loma artêşa Lubnanî lêgerîna deverê dike," şaredarê Al-Qaa Beşîr Matar got.
Di pêla yekê ya êrîşa roja Duşemê de, ku serî sibehê qewimîbû, 5 kes hatibûn kuştin, 15 kesên din jî birîndar bûbûn.
Di pêla duyê ya êrîşên li ser Al-Qaa de, şeva Duşemê 4 kes hatibûn kuştin, 13 kesên din jî birîndar bûbûn.
Al-Qaa li ser rêya serekî ya navbera bajarokê Al-Qusayr ya Sûrîyê û Gelîyê Beqaa ya Lubnanê cîh digire. Tevî ku piranîya rûniştvanên wê Krîstîyan in, li taxeke wê Sunî ji dijîn û kampa penaberên Sûrî jî li wê taxê ye.