Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Lubnanê Dibêje li Îsraîlê Kî Serketî Keve jî Nikare Peymana Sînorê Derya Pûç Bike


Serokwezîrê demkî yê Lubnanê Najib Mikati îro Çarşemê ser peymana sînorê derya ya bi Îsraîlê re axifî.

Mikati got ku ger Serokwezîrê berê yê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di hilbijartinan de piranîyê bi dest xe, Amerîka wê berevanîya peymana sînorê deryayî bike.

Îsraîl û Lubnanê piştî danûstandinên bi salan hefteya borî bi navbeynkarîya Amerîka peymana sînorê derya îmza kirin, lê Netanyahu ser pûçkirina peymanê gef xwarin.

Karbidestên Amerîkî ser peymanê dîyar kiribû ku ewê Washington garantorê peymanê be.

Mikati ji Reutersê re da zanîn ku ew ji siberoja peymanê natirse û ne Netanyahu ne jî yekî din ku di hilbijartinê de serketî be, nikare peymanê pûç bike.

Netanyahu dabû zanîn ku ew peyman pirtir kêrî Hizbulaha li Lubnanê dike ku dijî Îsraîlê şer dike.

Çaverê ye bi peymana sînor hem Îsraîl û hem jî Lubnan di nava deryayê de bo jêderên enerjîyê pirtir lêgerînan bikin.

XS
SM
MD
LG