Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Lubnanê 63 Bûyerên Nû yên Tûşbûna Korona Hatine Ragihandin


Lebanon Protests
Lebanon Protests

Wezareta Saxlemî ya Lubnanê îro Pêncşemê ragihand ku 63 bûyerên nû yên tûşbûna korona hatin tomar kirin ku ew jî hejmara pêketina rojane ya herî bilind e.

Lubnanê di hefteyên dawî de zêdebûna pêketinan ragihandiye, piştî ku tedbîrên pêşgir gav bi hav hatibûn sist kirin.

Wezîrê Agahdarîyê Menal Abdul Samed da zanîn ku piranîya tûşbûyên nû Lubnanîyên ku ji dervayê welêt vegerîne malê.

Samed got ku sînordarkirinên jîyanê herî kêm wê heta 7ê Hezîranê ya merasîma jinûve vekirina karîger bimînin.

Lubnanê ku dora 6 mîlyon nîfûsa wê heye, 1,024 bûyerên pêketine û 26 mirinên jiber koronayê tomar kiribûn.

XS
SM
MD
LG