Lubnanê bi armanca pêşgirtina belavbûna korona, îro careke din qedexeya giştî ya derneketina ji malê hate ragihand.
Hikûmetê dîyar kir ku qedexe wê 25 rojan bidome û rojane ji 6ê êvarê heta 5ê sibe di jîyanê de be.
Tevî ku Lubnan dewleteke biçûk e rêjeya pêketina korona gelek bilind e û li nexweşxaneyên heyî cîh nemane.
Wezareta Saxlamîyê îro ragihand ku roja duyê serhev e ku pêketinên korona di asta rekorî de ye û di 24 saetên dawî de 4,774 tûşbûnên nû hatine tomar kirin.
Hikûmeta Lubnanî hêvî dike ku belavbûna korona asteng bike û barê giran yê sîstema saxlemîyê sivik bike.
Di çarcoveya xedexeya giştî de piranîya firoşgeh û karsazî dê werin girtin û derketina otomobîlan ya trafîkê jî tê sînordar kirin.