Hizbullaha Lubnanî roja Pêncşemê got ku wê "zêdetirî 200 mûşek" avêtin deverên li bakurê Israîlê, ev yek "bersiv" e ji êrîşên Îsraîlê re ku do Çarşemê di êrîşekê de lîderekî wê hat kuştin.
Roja Pêncşemê, artêşa Îsraîlê ragihand ku piştî avêtina rokêtan ji Lubnanê, sîrênên hişyarî û ewlehiyê li çend deveran li bakurê welêt hatin lêxistin.
Nûçegihanê El-Hurra diyar kir ku mûşekbarana tund a Hizbullahê li ser herêmên bakurê Îsraîlê "ji Golanê heta Akkayê vegirt" û got ku di encama mûşekbaranê de "zarar û birîndar hene".
Hizbullahê li dor êrîşa mûşekan daxuyaniyek da û got, "Zêdetirî 200 mûşekên curbecur li 5 navendên leşkerî yên li bakurê Îsraîlê armanc kirin, ku baregehên Firqeya 91'an a ku nû hatiye avakirin li Ayelet, navenda Lîwaya Zirxî ya 7'an a Katsavia û navenda tabûra zirxî ya lîwaya 7'an li baregeha Gamla, navenda firqeya 210 (firqeya Golan) li baregeha Nefah, û baregeha topxaneyê ya Firqeya 210 li Yerden.
Nûçegihanê El-Hurra ragihand ku Îsraîlê bersiv bi hemû hêzên xwe yên hewayî, bejayî û deryayî da û gelek cih li Lubnanê armanc girtin.
Di wê navberê de li herêmên berfireh yên Îsraîlê du saetan zêdetir dengê sîrênên hişyariyê dihatin domandin.
Daxuyaniya artêşa Îsraîlê roja Pêncşemê amaje bi wê yekê kir ku mûşek û firokeyên bêfirokevan yên ku ji başûrê Lubnanê ber bi deverên curbicur yên bakurê Îsraîlê ve hatibûn avêtin, hatin pûç kirin. Got jî "di encama rêgirtinê li wan êrîşan, agir bi çend deveran ket, ku tîmên agirkujiyê kar bo vemirandina wan dikin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li hemberî wan êrîşan herêmên li başûrê Lubnanê hatine armanc kirin.
Do Çarşemê, Hizbullahê got ku yek ji fermandarên wê yên payebilind di êrîşeke esmanî ya Îsraîlê de li başûrê Lubnanê hat kuştin.
Di heman demê de, grûpa çekdar ya ku Îran piştgirîya wê dike û hevalbenda nêzîk ya Hamasê ye, li dijî Îsraîlê bi mûşekan bersiv da.
Mohammed Nimah Nasser endamê payebilind yê herî dawî yê Hizbullahê ye ku ji hêla Îsraîlê ve hate armanc kirin.
Jêder: Reuters/Alhurra