Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Walîyê Luhanskê: Li Sievirodonetskê 568 Sîvîl Asê Mane


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku sîvîlên li Sievierodonetskê jiber pevçûnên giran li wir asê mane.

Reutersê ji zarê walîyê Luhanskê da zanîn ku 568 sîvîl di stareyên li binê kargeha kîmyayî ya Azotê de ne.

Walîyê Luhanksê da zanîn ku di nav sîvîlên li kargehê de 38 zarok jî hene.

Di rojên borî de Rûsya bang li hêzên Ukrayna yên li Sievirodonetskê kiribû ku çekên xwe deynin û xwe radest bikin, lê wan ew daxwaz red kiribûn.

Hêzên Rûsya ew çend hefte ne giranîya xwe dane ser girtina herêma Donbas ya li rojhilata Ukrayna ku ew der ji Luhansk û Donetskê pêk tê û li sînorê Rûsya ye.


XS
SM
MD
LG