Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lukashenko: Divê Belarûs û Polonya Danûstandinê Bikin


Serokomarê Belarûsê Alexander Lukashenko îro Înê dîyar kir ku wî ferman daye hikûmetê ku bi Polonya re danûstandinê bike.

Lukashenko got ku ew hazir in ku bi Polonya ya endama NATO re biaxifin.

‘’Divê em Polonîyan re biaxifin. Min ferman da serokwezîr ku bi wan re bipeyîve.’’

Wî got ku Belarûs û Polonya cîranên hevdu ne û ti kes nikare cîrana xwe dîyar bibijêre.

Ew gotinên Lukashenko li vê demê rast tên ku Polonya jibo ewlekarîya sînor ketiye fikaran.

Karbidestên Polonya dibêjin Koma Wagner ya li Belarûsê dijî ewlekarîya wan gefan çêdike.

Polonya vê hefteyê biryar dabû ku ew hejmara leşkerên xwe yên li sînor zêde bike.

Belarûs hevbenda nêz ya Rûsya ye û Moskow dibêje hewildanên dijî wî welatî wek hewildanên dijî Moskowê ne.

Jêder: AFP, VOA

XS
SM
MD
LG