Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Belarûsê Lukashenko Nexweşîya COVID-19 Derbaz Kiriye


Serokê Belarus Lukashenko
Serokê Belarus Lukashenko

Serokê Belarûsê Aleksander Lukashenko îro Sêşemê di civîneke ligel karbidestên ewlehîyê de dîyar kir ku testa wî ya vîrusa korona erênî derket.

Ajansa nûçeyên ya dewleta Belarûsê ragihand ku Lukashenko nexweşîya COVID-19 ya bê nîşane derbaz kiriye.

“Îro hun kesekî wiha dîbînin ku ji vîrusa korona rizgar bû û bi saxê, ser lingên xwe disekine. Doktoran do ez agahdar kirim kum in nexweşîya COVID-19 bê demptom derbaz kiriye,“ Lukashenko got.

Serokê Belarûsî berê tirsa ser vîrusa korona bê bingeh didît û ew wek nexweşîyêke hişmendî ya pîskoz bi nav dikir.

Belarûs li hember belavbûna vîrusa korona ti tedbîrên giştî yên wek pîvanên qedexeya derketina derve, girtin an jî dûrahîya civakî ranegihandibûn.

Heya niha li Belerûsê 67,000 kes bi vîrusa korona ketine û 543 kes ji bi sedema heman vîrusê jîyanên xwe hinda kirine.

XS
SM
MD
LG