Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lukashenko Dibêje Piştî Guhertina Qanûna Bingehîn Wê Hilbijartineke Nû Çêbe


Rêberê Belarûsî Aleksander Lukashenko îro got ku hilbijartina nû ya seroktîyê were darxistin, piştî ku welatbi rêka referandumekê qanûna binhegîn ya nû bijerîne.

Lukashenko zelal near ku referanduma guhertina qanûna bingehîn wê çawa û kengî pêk were.

Rêberê Belasrûsî ev 26 sal in ku ser desthilatê ye lê protestoyên girseyî yên vê dawîyê ew xistiye rewşeke dijwar.

Rikeberîya Belarûsî dibêje ku Lukashenko bi armanca misogerkirina desthilata xwe ya bo cara şeşan, di hilbijartina 9'ê Tebaxê de hîle û sextekarî kiriye.

Li gor encamên fermî, Lukashenko di hilbiajrtinê de 80 ji sedê dengan û Tikhanovskaya jî 10,12 ji sedê dangan wergirtibûn. Lê opozîsyonê ew encam qebûl nekiribû û gotibû ku ger deng bi rêkûpekî werin jimartin ewê di navbera 60 û 70 ji sedê dengan wergirin.

XS
SM
MD
LG