Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lukashenko Dibêje Ger Êrîşî Belarûs yan Rûsya Bikin Ewê Şer Çêbe


Serokomarê Belarûsê Alexander Lukashenko îro Înê dîyar kir ku ew pevçûnê naxwazin, lê gava dijî welatê wî yan hevbenda nêz Rûsya êrîş çêbe ewê şer derkeve.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku Lukashenko ew gotin ji parlaman û karbidestên Belarûsê re kirine.

Moskow û Mînsk hazirîyê dikin ku di meha pêş de li Belarûs ya li başûrê Ukrayna hîndarîyên leşkerî yên hevbeş bikin.

Lukashenko da zanîn ku ewê bi hîndarîyan bibînin ku divê hêzên wan li kîjan hêlê werin bi cîh kirin.

Wî dîyar kir ku divê ew berevanîya başûrê welêt xurt bikin ku ew alî li sînorê Ukrayna ye.

XS
SM
MD
LG