Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîs Beşeke Firîngeha Lyon li Fransa Dadixe


Firîngeha Lyon (Arşîv)
Firîngeha Lyon (Arşîv)

Firîngeha bajarê Lyon ya Fransa îro ji alîyê polîsan ve bo demeke kin hate daxistin, piştî ku zilamekî bi otomobîla xwe li trombîleke din ya li firokexanê xist.

Berguman piştî demeke hewilên ji erdê û bi helîkopteran ji esmanê, ji alîyê polîsan ve li ser otobanekê hate desteser kirin.

Poîsan ragihand ku gumanbar pêşî otomobîla xwe bi cîg hêşt û hewil da ku bi pêyan bireve, lê dû re xwe radestî wan kir.

Karbidestên Fransî ragihand ku jiber wê bûyerê jimareke firokên ku ber bi Lyon dihtin, bi neçarî ji bajarên din re hatin şandin.

XS
SM
MD
LG