Alîkareke girîng ya rêberê opozîsyona Rûsî Aleksei Navalny îro Înê hate binçav kirin.
Reutersê ragihand ku Lyubov Sobol bi sedema ku wê bê destûr çûye ber derîyê endamekî îstixbarata Rûsî, ku bi xeletî hûrgilîyên jahrkirina Navalny eşkere kiribû.
Sobol, yek jî kesîtîyên girîng yên Fondasyona Dijî Bertîlê ya di bin seroktîya Navalny de ye û ew piştî lêpirsîna pêşîn, bi sedema bê destûr ketina nav malekê jibo 48 saetan hate binçav kirin.
Sobol roja Duşemê hewil dabû ku têkeve mala endamê îstixbaratê ku bi xeletî li xwe mikûr hatibû û hûrgilîyên operasyona jahkrina Navalny eşkere kribû.
Navalny, rikeberê herî giring ye Seroka Rûsyayê Vladimir Putin e. Ew di 22' yê Tebaxê de jibo dermankirine ji Rûsya bo Almanya hatibû birin û li nexweşxaneya Charite ya li Berlinê hatibû derman kirin.
Almanya bang li Rûsyayê kiribu ku we lekolîna wê bûyêrê bike, lê Rûsya îdiayên jahrkirina Navalyn red dike û dibeje ku welatên rojavayê dixwazin wê bûyerê diji wê bi kar bînin.