Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Berdanê Rewşa Girtîyê Kal û Nexweş Mehmet Emîn Ozkan Çawa Ye?


Ozkan û parlamantera Kurd Meral Daniş Beştaş
Ozkan û parlamantera Kurd Meral Daniş Beştaş

Girtîyê kal û nexweş Mehmet Emîn Ozkan, roja Duşemê ji girtîgehê hate berdan. Ozkan ku 83 salî ye, ew 27 sal in ku li zindanê bû.

Jiber rewşa xirab ya saxlemîya Ozlan, li ser medya civakî gelek caran kempeyna piştgirîyê hatibûn çêkirin ku ew demûdest were berdan.

Keça wî Selma Ozkan ji Dengê Amerîka re got ku berîya bavl wl were berdan, ew pênc rojan li servîsa çavderîya krîtîk de hatiye derman kirin.

‘’Wî ji nexweşxanê birin girtîgehê, lê hê ez negihîştim malê telefon kirin û gotin cezayê bavê min sê meh paşve avêtine û jibo dermankirinê wî berdane. Nizanim jibo ku rewşa wî xirab e yan rehim ket dile wan loma ew berdan. Lê her jiber çi be jî ev jibo me weke xewn bû.’’

Selma dîyar kir kubavê ji guh ker bûye, çavê wî jî nabînin û ew ji rovîyan du caran emelîyat bûye û çar caran jî krîza dil derbaz kirîye.

“Gelek nexweşîyên bavê min yên ji kalbûnê hene, rehên mêjîya wî xetimîne, bi salan e nexweş e û nikare lixwe binêre.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku Sazîya Bijîşkî ya Tirkîyê (ATK) û nexweşxane pir caran rapor dabûn ku Ozkan jiber rewşa xirab ya saxlemîya wî nikare li girtîgehê bimîne, lê dadgehê tim ew raport piştguh dikirin.

Selma Ozkan dîyar kir ku wan di nava 27 salan de gelek zor û zehmetî jîyane, lê ew kêfxweş in ku niha bavê wan bi wan re ye.

Ozkan çima hatibû girtin?

Mehmet Emîn Ozkan, li ser îfadeya îtirfaçîyan, bi îdiaya ku Fermandarê Cenderme Bahtîyar Aydin li Lîcê kuştîye, bi cezayê dirêjîya jînê hatibû mehkum kirin û ew 27 sal in ku girtî ye.

Aydin di sala 1993’an de li bajarokê Lîcê hatibû kuştin û piştî kuştina wî sê roj li wê derê operayson dom kiribû û 15 sîvîl hatibûn kuştin, bi dehan kes jî birîndar bûbûn û gelek xanî û dikan hatibûn şewitandin.

Ozkan, sê sal piştî wan bûyerana hatibû girtin, lê wî ti car îdiaya kuştina Aydin qebûl nekiribû û di îfadeya xwe de gotibû ku roja kuştina Aydin ew li gundê xwe bû.

KHF_07_18_23_Mehmet Emin Ozkan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:34 0:00
XS
SM
MD
LG