Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mehmet Ocalan: Jibo Rawistandina Şer Dewlet Divê Serdana Îmrali Asteng Neke


Mehmet Ocalan ê birayê rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bang li hikûmeta Tirkiyê dike, jibo dîtina çareyekê ji rawistandina şer re mafê hiqûqî yê serdana Îmraliyê asteng nekin.

Birêz Ocalan dibêje, ev bû çar meh in ku haya ti kesî ji rewşa Abdullah Ocalan tune ye.

“Mafê malbatê heye 2 hefteyan carekê hevdîtinê bike, lê ji 6’ê Cotmeha 2014’an ve ligel hemû serlêdanên me jî serdan tê asteng kirin. Dîsa ji 4’ê Nîsana 2014’an ve jî hevdîtinên şandeyên HDP’ê pêk nehatine."

Ocalan, behsa naveroka hevdîtina xwe ya dawî ya bi rêberê PKK’ê re dike û radigihîne ku birayê wî gotiye ew dixwazin bi rêyên demokratîk û aştiyane pirsa Kurd çareser bibe.

“Eger dewlet bixwaze bi hin projeyên din pêvajoyê bimeşîne jî tiştekî ez bikarim bikim tune ye. Divê her tişt li gor rastiya xwe bê şopandin. Dewlet heta gavekê davêje du gavan jî paş de davêje. Ger wisa berdewam bikin, çareseriyek ji pirsa Kurd re nayê dîtin, ” Abdullah Ocalan gotiye.

Mehmet Ocalan, operasyonên ser Qendîlê û şerê vê dawiyê bi bîr dixe û dixwaze demûdest hevdîtin destpê bikin.

“Di van rojên dawiyê de, rojane 10 kes jiyana xwe ji dest didin. Di nav wan de şervanên Kurd, leşker û polîs jî hene. Heke dewlet samîmî be, divê hikûmet parêzeran, malbatê yan jî şandeya HDP’ê bişîne serdanê belkî çareseriyek jibo dawîkirina vê xwînrijandinê çêbibe.”

Mehmet Ocalan, herwiha bang dike ku operasyonên ser Qendîlê werin rawistandin û her du alî jî destê xwe ji tetikê bikişînin.

“Jiber ku dinya hemû dizane yên li dijî DAIŞ’ê têkoşîna mezin didin Kurd in, divê ji Tirkiyê û Kurdan bixwazin ev şer raweste.”

Mehmet Ocalan di dawîyê de dibêje ku Kurd tenê mafê xwe yê demokratîk dixwazin, parçebûna Tirkiyê naxwazin.

ST_8_5_15_M_Ocalan
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:09 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG