Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemana Swêdî Careke Din Andersson Wek Serokwezîr Hilbijart


Parlemana Swêdî cara duyê di nava hefteyekê de rêbera Partîya Demokrat ya Sosyal Magdalena Andersson wek serokwezîr hilbijart ku bibe jina yekê ku vî karî hilgire ser milê xwe.

Andersson, ku berê wezîra darayî bû, hefteya borî jî bi heman awayî bûbû serokwezîr, lê neçar mabû ku karvekişîna xwe bide, piştî ku şîrika biçûk ya koalîsyonê desteka xwe kişandibû.

Niha li ber e, Andersson hikûmeteke nû ya kêmanîyê damezirîne ku tenê ji partîya wê pêk te.

Demokratên Sosyal di parlemana Swêdî ya 349 kursîyî de xwedîyê 100 endam in û ewê bo cîhanîna polîtîkayên xwe wê hewceyî piştgirîya partîyên din be.

Pispor bal dikşînin ku kerekê dijwar li pêş serokwezîra nû ye jiber ku divê ew jibo derbazkirina ajendaya xwe piştgirîya sê partîyên rikeber misoger bike.

XS
SM
MD
LG