Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Saxlemîya Girtîyê 83 Salî M. Emîn Ozkan Pir Xirab E


Mehmet Emîn Ozkan

Saxlemîya Girtîyê kal Mehmet Emin Ozkanê Xirab e

Berî hefteyekê dîmenên girtîyekî kal yê 83 salî, li ser medya civakî belav bû ku di deste wî de kelemçe û baş nikare bimeşe. Navê wî Mehmet Emin Ozkan e û ew 26 sal in girtî ye.

Ji dil, mêjî, gurçik gelek nexweşîyên giran yên Ozkan hene û rapora wî ya saxlemîyê jî heye ku dibêje divê ji girtîgehê were berdan.

Piştî ku dîmenên wî li ser medya civakî belav bûn, kempeyna berdana Ozkan hate destpê kirin.

Hevdem, HDP’ê rewşa Ozkan anî pêş parlamanê û bi 55 pirsnameyan xwest ku Ozkan jiber kalbûn û nexwşîyan were berdan.

Avuqatê wî, Serdar Çelebî jî got ku divê serokomar erka xwe ya efûkirinê jibo Ozkan jî bi kar bîne jiber ku ev rewşekî mirovî ye.

Kurê wî Nevzad jî got ku bavê wî jî dizane ku ev rojên wî yên dawî ne û ew dixwaze di nav zarokên xwe de, li gundê xwe jîyana xwe temam bike.

Hêjayî gotinê ye ku Ozkan li ser îfadeya îtirfaçîyan, bi îdiaya ku Fermandarê Cenderme Bahtîyar Aydin li Lîcê kuştiye, bi cezayê dirêjîya jînê hatibû mehkum kirin û ew 26 sal in ku girtî ye.

Bahtîyar Aydin sala 1993’an de li bajarokê Lîcê hatibû kuştin û piştî kuştina wî sê roj li wî bajarokî operaysonek dewam kiribû û 15 sîvîl hatibûn kuştin, bi dehan kes jî birîndar bûbûn û gelek xanî û dikan hatibûn şewitandin.

Ozkan, sê sal piûtê wan bûyerana hatibû girtin, lê wî ti car îdiaya kuştina Aydin qebûl nekiribû û di îfadeya xwe de gotibû ku roja Aydin hatiye kuştin, ew li gundê xwe bûye.

Hêjayî gotinê ye ku heta niha ne Wezareta Dadê ya Tirkîyê ne jî dozgerî li ser rewşa Ozkan daxuyanîyeke fermî belav nekiriye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:00 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG