Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

PEN'a Swedê Xelata Tucholsky Dide Muharrem Erbey


PEN'a Swedê Xelata Tucholsky ya îsa dide avuqat, nivîskar û parêzvanê mafê mirovan yê Kurd Muharrem Erbey.

PEN’a Swedê bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir Erbey bi xebatên jibo ziman, civak herwiha jibo tekoşîna mafê mirovan û ya çandî hêjayê vê xelatê hatiye dîtin.

Erbey di sala 2009’an de li Parlemena Swedê derbarê zordestîyên li ser ziman û çanda Kurdî û binpêkirina mafê mirovan li Kurdistanê gotarek pêşkêş kiribû.

Ev gotar weke hicet hatibû nîşandan û dû re ew ji doza KCK’ê hatibû girtin. Erbey ji vê dozê 4,5 sal di zindanê de mabû.

Erbeyî di sala 2010’î de ji alêyê PEN’a Swedê ve wek endam hatibû qebûl kirin.

Muharrem Erbey jibo Dengê Amerîka got "Ev xelat li ser navê min e, lê ê li jibo ciwanên gelê Kurd ku jibo rûmeta gelê Kurd tekoşînê dikin. Ez li ser navê pêşengên Kurd Şêx Saîd, Mele Mustafa Barzanî û Apê Mûsa, vê xelatê werdigirim.

Hêjayî gotinê ye, Muharrem Erbey vê xelatê di 15’ê mehê de ji destê Wezîrê Çandê yê Swêdê bigire.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:06:44 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG