Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeh Cezayê Michael Flynn Îro Eşkere Dike


Dadwerekî federalî îro Sêşemê biryar bide ku şîretvanê netewî yê berê Michael Flynn, bi sedema derewkirina ji FBI re, cezayê zindanê wergire yan ne.

Dadwer Emmet Sullivan wê biryara derheqa Flynn îro eşkere bike.

Flynn di çarcoveya lêpirsîna rola Rûsan ya di hilbijrtinên seroktîya Amerîkî de, bersîva pirsên FBI dabû û hîngê rasîtyên derheqa axaftina xwe ya bi balyozê Rûsî yê li Washingtonê Sergei Kislyak eşkere nekiribû.

Wî di Berfanbara 2017'an de li xwe mikûr hatibû ku wî li ser axaftina bi Kislyak re derewan ji FBI re kiriye.

Rêvebirê lêpirsîna maytekirina Rûsan, Robert Mueller ji dadwer Sullivan xwestibû ku bi sedema xizmetên wî yên di leşkerîya Amerîkî de û hevkarîya wî ya xurt ya di lêpirsînê de, cezayê zindanê nede Flynn.

Li gor qanûnên Amerîkî, derewkirina ji FBI re heta 5 sal cezayê zindanê bi xwe re tîne.

Flynn tenê kesê nav rêvebirîya Trump e ku di çarçoveya lêpirsîna maytekirina Rûsan de, heta niha sucê xwe qebûl kiriye.

Trump red dike ku ti hevkarîya wî yan kempeyna wî bi Rûsan re çêbûne ku sazîyên îstixbaratî yên Amerîkî ew dewlet bi mudaxeleya nav hilbijartinên Amerîkî tawanbar dikin.

XS
SM
MD
LG