Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aborîzan Sonmez: Bi Kêmkirina Buheyên Tiştan Enflasyon Danakeve Xwarê


Wezareta Malîyê û Xezînê çend roj berê li beramberê daxistina enflasyonê kempaynek li dar xist.

Wezaretê bi gelek fîrmayan re civîya û ji wan xwest ku buheyên berhemên xwe % 10 bînin xwarê.

Heta serê salê gelek kompanya jî ev daxwazên hikûmetê qebûl kiriye, lê pisporên aborî polîtîkaya hikûmetê rexne dikin û dibêjin li dinê wiha daxistina enflasyonê pêk nehatiye.

Aborîzan Mustafa Sonmez rexne li sîyaseta hikumetê digire û dibêje ew biryar bi ser nakeve.

“Ew sîyaset ne tiştekî rastbîn e. Hikûmet tenê dixwaze xitabî derûnîya hilbijêrên xwe bike, lê ev jî kêşeyên aborî yên Tirkîyê çareser neke.”

Sonmez dîyar dike ku li Tirkîyê enflasyon bi şopandina 400 cureyên berhem û xizmetên curbicur ve tê çêkirin.

XS
SM
MD
LG