Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas dîyar kir ku General Xelîfe Hafter bo agirbesta li Lîbya amade ye.
Ji ser hesabê Twitterê ya Wezareta Derve ya Almanya hat gotin ku Hafter dixwaze ku di 19’ê Çileyê de beşdarî Konfersa Lîbya ya li Berlînê bibe.
Di parvekirinê de, ji hevdîtina Maas û Hafter ya li Lîbya wêneyek hat belavkirin.
Bi pêşengîya Rûsya û Tirkîyê roja Duşemê li Moskowê bo alîyên li Lîbya şer dikin metneke agirbestê hatibû hazirkirin.
Serokê Hikûmeta Trablusê Fayez el-Serac piştgirî dabû agirbestê lê Hafter bê ku metnê îmza bike ji Moskowê çûbû.