Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abbas li Parlamana Tirkîyê Got ku Ewê Here Gaza û Qudsê


Serokê Filîstînîyan Mahmud Abbas îro Pêncşemê li parlamana Tirkîyê got ewê jibo protestokirina êrîşên Îsraîlê yên li Gaza serdana Gaza û Qudsê bike.

Abbas dîyar kir ku heta Îsraîl ji axên dagirkirî yên Filîstînîyan venekişe wê dawî li pevçûnan neyê.

Abbas roja Çarşemê li Enqerê bi Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re civîbû û ew li ser vexwendina hikûmeta Tirk îro di rûniştina awarte ya parlamanê de axifî.

"Amerîka bi piştgirîya Îsraîlê û bi vetokirina biryarên Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ‘’felaket’’ê dirêj dike. Ez bang li dewletên cîhanê dikim ku ser tawanên şer cezayan bidin Îsraîlê."


Abbas got ku wî biryar da ku tevî endamên Rêvebirîya Filîstînîyan here Kerta Gaza.

"Ger em canê xwe jî bidin, jibo em vê êrîşa barbar bisekînin û jibo em bi gelê xwe re biin, ezê çi ji dest min were bikim. Emê serdana Qudsê jî bikin," Abbas got, lê eşkere nekir ku kengî here.

Parlamana Tirkîyê berî axaftina Abas û li dû axaftina wî û çend caran jî dema axaftina wî li çepikan xistin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu meha Tîrmehê li Kongresa Amerîkî axifîbû ku vexwendina Tirkîyê ya jibo Abbas li dû wê axaftinê hat.

Berdevkê Parlamana Tirkîyê Numan Kurtulmuş ser axaftina Netanyahu got ku ew li Kongresa Amerîkî bi derewan axifîye, lê Abbas li parlamana wan rastî nîşan dane.

Tirkîye jiber operasyonên Îsraîlê yên li Gaza ew şermezar kir û hemî bazirganîya xwe ya bi wî welatî re sekinand.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG