Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hungarya jiber Daxuyanîyên Wezîrên Swêdî yên Rexnegir Balyozê Wî Welatî Protesto Dike


Polîs û leşkerên Macarî li pêş penaberên Sûrî û Afganî
Polîs û leşkerên Macarî li pêş penaberên Sûrî û Afganî

Wezareta Derve yê Hungarya ragihand ku wezîr Peter Szijjarto, jiber daxuyanîyên rexnegir yên wezîrên Swêdî, wek protesto bang li balyozê Swêdî Niclas Trouve kir.

Daxuyanî bi bîr tine ku Wezîra Koçberî ya Swêdî Helene Fritzon rexne li sîyaseta koçberî ya Macaristanê girtiye û Wezîra Derve ya Swêdî Margot Wallstrom jî di twîtekê de gotibû ku Serokwezîrê Macarî Viktor Orban û yê Îtalî Matteo Salvini li hember demokratan hevalbendîyek ava kiriye.

Daxuyanîya Hungaya got ku gotinên Wallstromê derew in.

“Hikûmeta Swêdî ya piştgira koçberîyê, êrîşeke nû li hember Hungarya da destpê kirin,” Szijjarto di daxuyanîyê de got.

XS
SM
MD
LG