Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku Macaristan naxwaze ku Yekîtîya Ewrupa (YE) dijî Rûsya zêdetir toleyan ragihîne.
Reutersê ji zarê cîgirê payabilind yê Serokwezîrê Hungarya Viktor Orban, Balazs Orban da zanîn ku ew welat ji YE'ê dixwaze ku li şûna ragihandina toleyên nû yên dijî Rûsya, rêkên agirbest û danûstandinê veke.
"Di dawîya şer de YE dê li hêla zarardîtî be. Divê em êdî ragihandina toleyên nû rawestînîn. YE her ku dijî Rûsya toleyan radigihîne zararê dide yekîtîyê, lê tevî toleyan jî Moskow li ser pêyan dimîne," Balazs Orban got.
Macaristan ji wan welatên YE'ê ye ku girêdayî gaz û petrola Rûsya ye û Moskow bo Hugarya reaktoreke navokî jî ava dike.
Budapeşt paketa toleyan ya ji Rûsya kirîna petrolê qedexe dikir, bo xwe pûç hesibandibû.
Orban bal kişand ku Rûsya tevî toleyan jî li ser pêyan dimîne û li Ukrayna pêşve diçe û got ku toleyên dijî Moskowê zararê didin Ewrupa.
Rûsya di 24'ê Sibatê de dest bi dagirkirina Ukrayna kir û YE ji wê çaxê vir ve dijî Moskowê toleyên berfireh radigihîne.
YE do Pêncşemê li Brukselê biryar da ku statuya berendamtîyê bide Ukrayna ku di dîroka wê yekîtîyê de biryareke wiha lezgîn heta niha nehatiye dayîn.