Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macaristan Bang li YE Dike ku Dawî li Toleyên Dijî Rûsya Bîne


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Macaristan dixwaze Yekîtîya Ewrupa (YE) dawî li toleyên dijî Rûsya bîne.

Reutersê dîyar kir ku Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban ji endamên Fidesz re, ku partîya li desthilatê ye, gotiye ku divê YE toleyên dijî Rûsya rake.

Orban, toleyên YE yên dijî Rûsya yên jiber dagirkirina Ukrayna hatine ragihandin, bi tundî rexne dike.

Li gor nûçeya Reutersê, Orban ji endamên Fidesz re gotiye ku jiber toleyên YE yên dijî Rûsya buhayê gazê radibe û enflasyon bilind dibe û îdia kiriye ku ger dawî li toleyan were ew buhayê gazê tavilê 50 ji sedê dakeve.

Orban di civînê de daye zanîn ku toleyên YE ji Rûsya zêdetir zîyanê didin Ewrupa.

Wî pişti cîvîna partîyê ser Facebookê da zanîn ku toleyên Brukselê Ewrupa bi krîza enerjîyê re rûbirû hiştiye.

Şerê Rûsya û Ukrayna di dawîya Sibatê re destpê kir. Welatên Rojava kiryarên Rûsya yên li Ukrayna wek dagirkirin dibînin û dijî Moskowê toleyên berfireh radigihînin.

XS
SM
MD
LG